FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Gelê Îranê yê Qudsê û mezlûmên dîrokê tu wexta tenê nehêle

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vê yekê gelê Îranê wê tu wexta Qudsê û mezlûmên dîrokê tenê nehêle, dîyar kir: Gelê Îranê îsal jî yê bi pişkdarîya berfire di meşa Roja Cîhanî ya Qudsê da ragihîne ku heta serketinê yê li ber zaliman bisekine.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro di civîna Desteya Wezîran de got: Filistîn û Quds kodnavek jibo berxwedana hemî misilmanan û Israyîl kodnavek jibo zorbêjên cîhanê ye ku dixwazin zilmê li gel misilman bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê amajeyî gelên mezlûm ên Yemen û Filistînê kir ku di meha bimbarek a Remezanê de rojên dijwar derbas dikin kir û dîyar kir: Gelên Yemen û Filistînê ji zorbêjan natirsin û bi fidakarî, berxwedan û hêza xwe, dijmin neçarî paşdevekişîyan dikin.

Rûhanî pêgirî kir ku roja îro filistînî bi mûşekan bersiva mûşekên dagirkeran didin, dîyar kir: Dewranekê gelê Filistînê tenê bi keviran xwe diparast lê, roja îro bi hewildan, fidakarî û pêşeya navxweyî, Sîyonîstan neçarî paşdeçûnê dike.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Herçend ku ev gelana, berxwedêr, mezin û fidakar in lê cinayetên zilhêzan jî zêde dibin û ew çekên pêşketî dişînin navçê û gelên Yemen û Filistînê didin ber bombeyan.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku rastîya Danuistandina Sedsalê, iflasa sedsalê jibo wan kesan e ku ew plana hilêxistin û ragihand: Roja îro bera komployên dijminan tenê li dijî gelê Filistînê nîne belkî dijî hemî rojavaya Asyayê ye.

Başa dön tuşu