ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Hemaseya bêmînak a Erbeyînê pirtir hêza Îslamê nîşan da

Serokomarê Îranê tevî sipasiya ji ziyaretkirên Erbeyîna Hisênî, destnîşan kir: Pêşwaziya bicoş û hebûna hemasî ya ziyaretkiran di meşa mezin û cîhanî ya Erbeyînê, pirtir hêza îslamê nîşan da û bû sebeba bêhêvîtiya dijminan.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Yekşemiyê bipeyamekê tevî amajeya bi komployên istikbara cîhanî û piştevanên wan jibo kêmrengkirina hêza siyasî, çandî û manewî ya Erbeyîna îsal, got: Hemaseya bêmînak a ziyaretkirên Erbeyînê mezinahiya îslamê û yekîtiya misilmanan nîşan da.

Rûhanî hêvîdarî kir ku destkevta vê hereketa mezin a cîhanî ku her salê bicoştir ji sala pêş tê lidarxistin, bibe sebeba yekîtiya umeta îslamî.

Serokomarê Îranê pêştir ji vêya bi peyamekê bo Berhem Salihê serokomar û Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê, ji hewildana tevahiya gel, berpirs, alim û nemaze merceyiyeta vî welatî jibo dabînkirina ewlehiya tam û mêvandariya ji ziyaretkirên Erbeyîna Hisênî (S) sipasî kir.

Başa dön tuşu