ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Pîlana herî girîng a dijminan çêkirina bêhêvitêyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Roja îro komplo û pîlana herî girîng a dijminan dijî gelê Îranê çêkirina bêhêvîtiyê di nav welêt da ye.

Li gor rapora IRIB Newsê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî li rêûresma qedrzanîkirina ji karkerên nimûne yên Îranê bal kişand ser gotinên van rojana yên karbidestên Amerîkayê dijî Îranê û destnîşan kir: Em ê bi hêvî, xebat û serketinên zav vê salê jî dê bigehînin dawiyê û bila xêrnexwazên me kor bin û nebînin ku em ê salvegera 41-an a serketina inqilaba îslamî ya Îranê jî bi coştir ji berê cejn bigirin.

Roja sêşemê 1 Gulanê roja cîhanî ya Kargeran e.

Serokkomarê Îranêherwisa li gotinên xwe bal kişande ser navê îsal ser navê sala piştevaniya ji kel û melên îranî û got: Pêwîste hemû bixebitin ku piştevaniya ji kel û melên îranî pirtir bibe.

Wî herwisa got: Baweriya me evaye ku pêşeroja mirovahiyê pêşerojekî geşe û eva ferq û tefûta me û wan kesane ku pêşerojekî tarî ji bo mirovahiyê dibînin.

Başa dön tuşu