ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Hevkariya Îran û Ewropayê jibo şerê dijî têrorîsmê pêwsît e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser pêwsîtiya gotûbêj û hevkariya zêdetir a Îranê û Yekîtiya Ewropayê ji bo şerê dijî têrorîsmê û dabînkirina ewlehî û aramiya navçeyê pêgirî kir.

Li gorî rapora navedna ragihandinê ya serokomartiyê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê îro anku şemiyê li hevdîtina digel Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê li Têhranê herviha got: Her cûre piştgiriya ji têrorîsmê bi wateya bilindkirina morala têrorîstan li navçe û cîhanê ye û bikaranîna hêza siyasî ji bo anîna zextê li ser piştgirên navçeyî yên têrorîstan, wê bandorên berbiçav li şerê dijî têrorîsmê bike.

Hesen Rûhanî kiryarên têrorîstî li Iraq û Sûriyê wekî xeterek mezin ji bo hemî cîhanê da zanîn û got: Nebûna têkoşîna ciddî li dijî têrorîêstan li navçeyê wê bibe sedema damezirîna dewlet û hikûmeta têrorîst li navçeyê û bakûrê Afrîqayê.

Rûhanî tevî pêgiriya li ser pêwsîtiya hevkariya Îranê û Yekîtiya Ewropayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyî got: Çareserkirina pirsa Sûriyê rêkara xwe ya leşkerî tine û çalakbûna zêdetir a Yekîtiya Ewropayê ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li Sûriyê bi hevkariya welatên navçeyê dê bibandor be.

Serokomarê Îranê herviha Lihevkirina Navokî ya dinavbera Îranê û Koma 5+1`ê da mînakek baş ji bo berfirehkirina hevkariyên her du aliyan û çaresrekirina pirsgirêkên navneteweyî daz anîn û got: Komara îslamî ya Îranê ji bo cihanîna Lihevkirina Navokî hemî sozên xwe cih anîne û çaverê ye ku ji bo berdewamiya Lihevkirina Navokî aliyên hember jî soz û qiranên xwe tam û kamil cih bînin.

Fêdêrîka Mogêrînî berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê jî li vê hevdîtinê got: Lihevkirina Navokî di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da rewşeke guncav ji bo berfirehkirina hevkariyên duyalî pêk aniye û Yekîtiya Ewropayê sozdara cihanîna sozên Lihevkirina Navokî ye û dil heye ku hevkariyên xwe yên aborî digel Îranê ji bo dabînkirina berjewendiyên hevpar berfire bike.

Mogêrînî herviha tevî pêkutiya li ser pêwsîtiya hevkariya Yekîtiya Ewropayê û Îranê li warê çareserkirina pirsgirêk û qeyranên navçeyê ji wan qeyrana Sûriyê, got: Yekîtiya Ewropayê hewcedara hevkariya Îranê wek hêmanekî girîng û bingehîn ji bo çaresrkirina kêşe û pirsgirêkên navçeyî ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu