IraqNûçeRojhilatanavin

Cîgirê Berpirsê Dezgeha Dije Terora Iraqê Ebdulwehab Sedî got; “Me taxa Zuhurê bi temamî kontrol kiriye. Bi alîkariya xwedê me ev navçe bi temamî ji hemû grûbên biçûk ên DAIŞê paqij kir

Hêzên Dije Terorên Iraqê gihiştin destpêka taxa Mûsenna ku bi kontrolkirina vê taxê, rêya navenda bajarê Mûsilê ji bo artêşê vedibe.

Operasyona Mûsilê berdewam e û hêzên iraqî xwse gihandine taxa Mûsenna ya rojhilatê bajêr. Tenê çensed metreyek maye ku hêzên Dije Terorê xwe bigihînin rûbarê Xoser ku dirije rûbarê Dîcleyê.

Berpirsên leşkerî dibêjin, bi kontrolkirina taxa Mûsennayê hejmara taxên hatine kontrolkirin dê bibin 27 tax.

Cîgirê Berpirsê Dezgeha Dije Terora Iraqê Ebdulwehab Sedî got; “Me taxa Zuhurê bi temamî kontrol kiriye. Bi alîkariya xwedê me ev navçe bi temamî ji hemû grûbên biçûk ên DAIŞê paqij kir.

Di dema pevçûnan de DAIŞ otomobîlên bombebarkirî bikar tîne. Otomobîlekî bombebarkirî berî bigihe amanca xwe, ji aliyê hêzên iraqî ve hate teqandin.

Piştî teqandina vê otomobîlê, xelkê taxa Mûsennayê bi alên spî ji malên xwe derketin û xwe spartine hêzên artêşê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu