LubnanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên hundir yê Lubnanê: Birêketina hilbijartina parlemanî desthatekî mezin ji bo Lubnanê bû

Wezîrê karên hundir yê Lubnanê birêketina hilbijartina parlemanî li vî welatî desthatekî mezin ji bo Lubnanê daye zanîn.

Hilbijartina parlemanî ya Lubnanê duh yekşemê bona bijartina 128 nûneran li 15 navendên hilbijartinê birê ket.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn; Nîhad El-Menşûq wezîrê karên hundir yê Lubnanê bilî qedrzaniya ji hemû aliyên ku pişkdariya prosa hilbijartina parlemanî ya vî welatî kirin ser hewcetiya Lubnanê bi qanûnekî sereke heye ta ku qanûna rêjeyî ya hilbijartinê biparêze û tesîra firgegerayî û eşîregerayiyê li vî welatî rawestîne.

Wî bal kişande ser birêketina hilbijartina parlemanî ya Lubnanê ku li rewşekî êmin da birê ket û destnîşan kir: Rola artêş û hêzên ewlehiya Lubnanê bona vê serketinê gelekê girîng bû.

Gor raporên destpêkê; lîsta El-Emel û El-Wefa ku lîsteya berxwedana Lubnanê ye, li 3 navendên başûra Lubnanê serketine.

Hizbullaha Lubnanê û Emel li van hilbijartinan bi lîstekî hevpar ser navê lîsta El-Emel û El-Wefa pişkdarî kiribûn .

Nîhad el-Menşûq wezîrê karên hundir yê Lubnanê îro serê sibê li gotûbêjekî telivîzyonî ragihand ku sedî 49.2 ji xelkê vî welatî pişkdariya hilbijartinan kiriye.

Hilbijartina parlemanî ya Lubnanê duh yekşemê birê ket.

li vê hilbijartinê 583 berbijar li çarçîveya 77 lîsteyan xwe kandîd kiribûn ku 128 nûner dê biçine parlemana vî welatî.

Başa dön tuşu