ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Inqilaba Islamî bi saya berxwedana gel li hemberî zilhêzên navxweyî û derveyî ser ket

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Imam Xumêynî (RE) mezintirîn vejînerê olê di serdema niha de û xîmdanerê şoreşekê bû ku tenê bi saya berxwedana gel li hemberî zilhêzên navxweyî û derveyî ser ket.

Serokê Komara Islamî ya Îranê Hesen Rûhanî di merasima dubarekirina peymana desteya wezîran a digel armanc û ramanên Imam Xumêynî (RE) xîmdanerê Komara Islamî ya Îranê ku îro û bereberê Dehika Fecrê û çillemîn salroja serketina pirrcoş a şoreşa islamî ya Îranê hat lidarxistinê, cejna mezin a çillemîn salvegera serketina şoreşa islamî pîroz kir û got: Tişta ku 40 salan berî niha li vî welatî qewimî, bûyera bêhempa ya dîrokê bû.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Imam Xumêynî (RE) gel derbarê pêşerojeka çêtir, welatê serbixwe, serdestîya gel û isûlên islamî hêvîdar kir û hêvîya ku wî di nav gel da afriand, civîka bi milyonan kesî ya Îranê kom û amade kir ku eva babeteke bêhempa di dîrokê da bû.

Serokê Komara Islamî ya Îranê “Nizama Komara Islamî“ wekî hunera herî bilind a Imam Xumêynî (RE) zanî û got: Heyameke kurt piştî serketina şoreşa islamî, Civata Şarezayên Rêvebirîyê hat damezirandinê û destûra bingehîn hat amadekirinê û di çarçova giştpirsîyekê da deng û nêrîna gel derbarê wê qanûnê da hat pirsîn û zanînê.

Rûhanî di dewama qisekirina xwe da amajeyî muzakirên navokî yên Îranê û Koma 5+1`ê kir û pêgirî kir: Şanazîya herî bilind a sîyasî ya Îranê di dehsalî û sedsalên vê dawîyê da “muzakirên xurt ên Îranê li hemberî 6 zilhêzên cîhanê“ bûn û serketin û destkevtîyên curbicur ên Îranê di encama muzakirên hanê da, wê hîç demekê ji dest neçin.

Rûhanî bi gotina vê yekê ku îro, roja tifaq û hevdengîyê ye, pêgirî kir: Temî û şîret û pêkutîya herî zêde ya Imam Xumêynî (RE) ser parastina hevdengîyê bû.

Serokê Komara Islamî ya Îranê careka din pêgirî li ser vê yekê kir ku îro, roja tifaq û hedengîya gelê Îranê ye, dîyar kir: Divê îro rojê em gişk li hemberî Amerîkayê û piştgirên wê û paşveroyên navçê di bereyekê da bin, ji ber ku bi hevdengî û tifaqê ye ku mirov dikare pirsgirêkan çareser bike.

Başa dön tuşu