ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Dewama muzakirên sûrî-sûrî tenê riya kutakirina qeyranê

Elî Şemxanî îro li hevdîtina  xanima Hedye Xelef Ebas seroka parlemana  nûnerên Sûriyê û taxima  bi wî re  bi rexneya  ji piştgiriyên  eşkere ên siaysî û eskerî yên Emerîkayê ji grûpên  curbicur ên terorîstî û tekez kir: Dê viyana  qahîm a gelê Sûriyê pêşeroja vî welatî ku serketin  û vegeriyana bo rojên geş e,  dê kivş bike.

Şemxanî bal kişand ser destkevtên berfireh û serketinên Sûriyê ku hasila  hevrêtiya dewletê û gelê vî welatî li rawestana li hember terorîstan û piştgirên wan  e destnîşan kir: Dê pêşeroja  Helebê û meydanên  Sûriyê tenê li warê hemberbûna  bihêz tev  tekfîriyan were kivşkirin.

Nunerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê got : Dijminatiya  Emerîka û Rejîma Siyonîstî tev mêhwera berxwedanê ewqas e ku  heta ewlehiya  neteweyî ya xwe û ewlehiya navneteweyî jî binpê dikin û mixabin  piştî êrişên  curbicur ên terorîstî ser Ewrûpayê venihêrîn û îrada cidî li çawaniya  rawestana li ber terorîzmê ji aliyê van dewletana  cih nehat.

Serokê parlemana nunerên  Sûriyê  jî bi spasiya  ji alîkariyên  mirovhezane û misteşarî yên Komara Îslamî ya Îranê bo Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê û berevaniya ji bajêran û gundên ber gefê tekez kir: Ger hin welatên erebî jî mîna Îranê bi nihêrîneke  sadiqane hewl bidana qeyrana Sûriyê çareser bibe îro  welatên navçê wisa rastî qeyranê nedihatin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu