ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran deyndarê Îmam Xumeynî û fîdakariya şehîd e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê bi rêberiya Îmam Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) û fîdakriya gel bi taybet şehîd û canbazan ji hemî dijwarî û riyên dijwar serketî derbas bû.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya  serokkomartiyê, Hesen Rûhanî, çarşemiyê şevê li hevdîtina tev malbata  giranqedr a yek ji canbazên  Inqilaba Îslamî li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku  hevjînên  canbazan bi taybet canbazên ku movika wan ji cî derketiye, bi baldariya ji hevjînên xwe yên canbaz gelek fîdakariyê dikin, got: Canbaz û malbatên wan ên giranqedr, şanaziya  nizama pîroz a Komara Îslamî ne.

Rûhanî her wiha got: Xwedê teala cih û şûna Îmam  Xumeynî (Rehmeta Xwedê lê be) xîmdarê mezin ê Komara Îsalmî ya Îranê bilind bike ku bi rêberiya  wî û fîdakarî û peyrewiya  bêmînak a gel ji îmamê umet, me karî ku li hember hemî dijminan serbilind û serketî  bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu