ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran jibo zêdekirina danûstandina ligel welatên dost li navçê amade ye

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomartiya Îranê, Hesen Rûhanî jî li vê gotûbêja têlêfonî meha bimbarek a Remezanê li mîrê Qeterê pîroz kir û got: Komara Islamiya Îranê û Qeterê armanc û berjewendiyên hevpar hene û dikarin bi hevkarî û rawêjkriya ji nêzîk va bigihêjin armancên xwe yên pêşxistin û istiqrara navçê.

Serokomarê Îranê her wiha got: Komara Islamiya Îranê hertim xwazyarê xêr û mesilheta welatên navçê ye û hêvîdar e ku bi hevkarî û pişkdariya welatên cînar bikaribin di riya istiqrar û aramiya vê deverê da ku dikare garantîkirê berjewendiyên hemî welatan be, hewl bide.

Mîrê Qeterê jî li vê gotûbêja têlêfonî meha bimbarek a Remezanê li Rûhanî pîroz kir û got: Qeter ji ber peywendiyên germ û nêzîk ên ligel Komara Islamiya Îranê şanaziyê dike û hêvîdar e ev têkiliyana zêdetir berfire û kûr bibin.

Şêx Temîm Ibnê Hemed Alê Sanî bi pêkutiya li ser rol û mewqiya girîng û stratêjîk a Îranê li çareserkirina meseleyên navçê got ku Qeter xwazyarê danîna peywendiyeke baş û sitratêjîk di navbera Îranê û welatên başûra Kendava Farsê da ye.

Wî bal kişande ser peywendiyên sitratêjîk ên di navbera Têhran-Duhê da û got ku ev peywendî bêyî bandor û destwerdana welatekî din li halê berfirekirin û kûrkirinê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu