ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Îran pişta yekperçetiya Iraqê digire

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina serokkomarê Iraqê got: Parastina ewlehî û aramiyê li Iraqê jibo me girîng e ji ber ku ewlehî û aramiya her du welatan girêdaiyê hev in.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî, îro li hevdîtina serokkomarê Iraqê Fuad Mesûm got: Parastina ewlehî û aramiyê li Iraqê jibo me girîng e jiber ku em ewlehî û aramiya her du welatan girêdaiyê hev dizanin.

Ruhanî bal kişand ser vê yekê ku Îran yekemîn welat bû ku li hember êrişa terorîst û koma terorîst a DAIŞ`ê, alîkariya gel û dewleta Iraqê kir û got: Îro em pirr kêfxweş in ku gelê Iraqê li hember terorîstan, serketinên bidûhev û berbiçav  bi dest xistine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berfirehkirina peywendiyên qahîm di navbera gel û dewleta Îran û Iraqê de, mijara din a girîng peywedniyên her du aliyan da zanîn û destnîşan kir: hêsankariya zêdetir û asayîtir li danûstandin û peywendiyên gel û çalakên warên aboriyê yên her du welatan, dikare peywendiyên kevn û qahêm ên du welatan kûrtir û berfiretir bike û hêsankariya li hatûçûn û mijara vîzeyê wê pirr alîkariya vê yekê bike.

Ruhanî geşkirina peywendiyên cadeyî û riya hesin ên di navbera du welatan de xala din a girîng da zanîn û destnîşan kir: Riya Hesin ya di navbera Îran û Iraqê de  li başûr û rojava dikare bighihîje hev ku ev mijara wê peywendiyên di navbera xelk, çalakên warên aboriyê û bi giştî peywendiyên di navbera her du welatan de bi awayekî berbiçav hêsan û berfireh bike.

Ruhanî parastina yekperçetiya ax û yekbûna li Iraqê, xala girîng a din jibo Komara Îslamiya Îranê da zanîn û got: Her cure guhertina li sînorên jêografî, dikare jibo bi dehan salan li navçeyê kêşeyên zav pêk bîne. Em Iraqa yekperçe dixwezin û em hêvîdar in hertim li Iraqê, şîe, sunî û kurd, li hember dijminên Iraqê, yekdeng bibin.

Fuad Mesûm jî li vê hevdîtinê, Ruhanî pîroz kir ku jibo cara duyemîn û bi bidestxistina dengê zêde ya baweriya gel, wek serokkomar hatiye bijartin, got: Ez hêvîdar im li dewra te peywendiyên dîrokî û qahêm ên di navbera her du welatan de, zêdetir ji berê berfireh bibin.

Serokkomarê Iraqê herwiha got: Peywendiyên qahêm ên di navbera Îran û Iraqê de, wê demê xwe nîşan dan ku Iraq tûşî pirsgirêkeka mezin bibû û koma terorîst a DAIŞ`ê, hejmarek ji bajarên Iraqê dagîr kiribûn û dil hebû ku hejmareka din a bajaran jî dagîr bike ku wê demê alîkariyên Komara Îslamiya Îranê bo dewlet û gelê Iraqê jibo sekinîna li hember DAIŞ`ê pirr bibandor bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu