AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Lihevkirina 28 welatên ewropî ji bo parastina Lihevkirina Atomî ya digel Îranê

Serokên bîst û heşt welatên endamê Yekîtiya Ewropayê li bara “Stratijiya Yekîne” ji bo parastina Lihevkiribnameya Atomî ya digel Îranê li hev kirin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serokên Bîst û heşt welatêîn endamê Yekîtiya Ewropayê roja çarşemiyê li civîna xwe ya li Sûfiyeya paytexta Bolgariostanê ji bo filsitandin û parastina Lihevkirina Atomî ya digel Îranê ku sala 2015an li Viyenê hat îmzekirin, li warê piştgiirya ji vê lihevkirinê hevdeng bûn.

rayedarekî ewropî ragihand: VBîst û heşt welatên endqamê Yekîtiya Ewropayê “Stratijiyeka Yekîne” ji bo parastina Lihevkirina Atomî ya digel Îranê hene.

Serokê Konseya Ewropayê, Donald Tûsk jî bi gotina vê yekê ku reftara Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji ser hewesê û neçaverêkirî ye, got: Li pey derketina serokomarê Amerîkayê ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê, welatên ewropî hewcedara sekibnîna li hemberî vê biryarê û nerazîtiya li hemberî wê ne.

Donald Tûsk hêvî kir: heta wê demê ku Îran sozên xwe li warê Lihevkirina Atomî cih tîne, careka din rêberên welatên ewropî sozdarîya xwe derheqê vê lihevkirinê piştrast bikin.

Serokê Konseya Ewropayê her wiha got: Ewropî divê sipasiya Trump bikin; Bi saya hebûna serokomarê Amerîkayê, Ewropayê wehm û xeyalên xwe wêda danîn.

Başa dön tuşu