ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevanî û piştgiirya ji hêzên çekdart ên Îranê got: Hemî rêzbendiyên nû ji wan NATOP`ya erebî hewildanek e ji bo sekinîna li hemberî Înqilaba îslamî

Serdar Hisên Dêhqan pêncşemiyê berî nîvro li kêleka civîna Fatihên Favê û rûvekirna heşt pirtûkan li warê Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê heştsalî yê Rêjîam Beisa Iraqê dijî Îranê) li Nûşehrê got: Roja îro li hemî warên pêşeyê wekî Hewa-Feza û li beşa mûşekên erd bi erd, me mûşekên Balistîk ên dûrmenzîl heta dûrgihîjiyeke minasib û pejirandî xurt kirin.

Wî bi gotina viya ku komên terorîst encama komployekê ji bo dabînkirna berjewnediyên Amerîka û Israîlê li navçê ye, her wiha got: Amerîka û Israîl li dû valakirina stratijîk a derfetên Cehana Îslamê ne.

Wezîrê berevanî û piştgiriya ji hêzên çekdar ên Îranê bi gotina viya ku Amerîka hewil dide ku Israîlê ji zihniyet û mejiyê misilmanan wêda bide û Îranê dewsa wê dayne, got: Hemî rêzbendiyên teze wekî NATO`ya erebî hewildanek ji bo sekinîna li hemberî Înqilaba Îslamî ye.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişande ser desthilatdarbûna Trump û gotina rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî li bara eşkerebûna rûyê Amerîkayê û got: Ewna li her derê ku hene, fesadî û rojreş û bêbextkirina gelan dişopînin.

Wî bi gotin acviya ku roja îro DAIŞ gefek ji bo me nîne, ji ber ku ti cîgeha xwe ya civakî li welêt tine, got: Roja îro tevî hemî hewildanên dijminan , DAIŞ`ê nekarî tu karekî serketî li welêt pêk bîne û aramî û ewlehiya me li cîhanê bêmînak e.

Wî geşkirna hokarên hêza neteweyî bi parastina çanda cangorîtî û şehadetê wek hokara pêwîst ji bo parastin û berdewamiya jiyana Înqilabê da zanîn û got: Divê ku em li warê zanist û teknolojiyê welêt di asta herî jorda xurt bikin.

Serdar Dêhqan bi gotina viya ku abora berxwedanê erka neteweyî ye, got: Roja îro me zêdetir ji berê hewcetî bi rakirina pêngavên bingehîn hene û divê ku em hêza xwe ya berevaniyê zêde bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu