AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Jordaçûna asta veberhênanê dibe sebeba zêdebûna hêza netewî ya Îranê

Serokkomarê Îranê got: Jordaçûna asta veberhênanê di her wareke aborîyê da, dibe sebeba zêdebûna hêza netewî ya Îranê û serxwebûna Komara Islamî ya Îranê garantî dike.

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li gotinên xwe yên îro duşemê li rêûrisma cejna bêminnetiya li warê gênim li Têhranê bal kişande ser zêdebûna firotina niftê ji milyonek bermîlî di rojê hetanî 2 milyon û 300 hezar bermîlî di rojê da mideha 10 mehên bihurî û destnîşan kir; Ev zêdebûna firotina nifta Îranê li bazarên cîhanî desthata gotûbêjên serketî yên navokî ye û rewş ji bo gotûbêjên erênî yên karbidestên nifta Îranê li civîna vê dûmahîkê ye welatên niftfiroş amade kir.

Rûhanî serketina Îranê li gotûbêjên vê dûmahîkê li civîna welatên niftfiroş ango sazîya OPEC`ê li Viyenayê , rêketinameyeke din a navokî da zanîn û destnîşan kir; Ev serketina işkesteke din ji bo Îsrayîlê û welatekî din ê navçê bû ku siyasetên şaş dijî Îranê girtibûn ber xwe.

Wî herwisa destnîşan kir; Zêdebûna hasilên cotkariyê jî bilî viya ku tesîreke erênî li ser kar û şoxil datîne, ewlehiya xwarekê zêde dike û rewşê jibo zêdebûna qudreta netewî, dewam û serxwebûna Îranê amade dike.

Serokkomarê Îranê ragihand; Komara islamî ya Îranê serketinên baş li babeta gotûbêjên navokî, gotûbêjên ligel welatên niftfiroş, kirrîna firokeyan, zêdebûna kel û melên xwecî û yên din bidest xistine û li pêşerojeke nîzik dê serketinên din jî di warê aborîyê da bidest bixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu