ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Kuştina Xaşiqçî, ceribandineke mezin ji bo idiakirên mafên mirovan e

Serokê Komara Islamî ya Îranê kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê rêjîma Seûdî şermezar kir û helwesta welatên cîhanê li hemberî wê, ceribandineke mezin ji bo idiakirên mafên mirovan nemaze yên li Amerîka û Ewropayê zanî.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî di civîna digel desteya wezîran de, kuştina Cemal Xaşiqçî bûyereke hejîner wesif kir  û got: Bêyî piştgirîya Amerîkayê, hîç welatek nawêre cinayeteke bi vî rengî bike.

Rûhanî herwiha got: Cinayeteke bi vî rengî nîşan dide ku hizreke çewt çawan dikare rê li ber xalifînê veke û eva ew hizra ye ku komên têrorîst ên fenanî DAIŞ`ê li herêmê pêk anîne.

Serokê Komara Islamî ya Îranê temî li dewleta Tirkîyê kir ku lêkolînên deqîq û bêalî derbarê kuştina Xaşiqçî de pêk bîne û hêvî kir: Welat û gelên cîhanê rastîyan baştir bizanibin û eva derfetek e ku mezlûmbûna gelên Yemen, Iraq, Sûrîye û Efganistanê ku bi diravên wan cinayetkarana ketine ber zextê, zelaltir bibe.

Rûhanî bal kişand ser êrişa Erebistanê ser Yemenê û piştgirîya Amerîkayê ji binemala Seûdî derheq vê êrişê de û got: Gelê Yemenê eva çend sal in di bin bombebaranê de ne lê, cîhan li hemberî vê yekê bêdeng maye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê jî û got: Gelê mezin ê Îranê hertim serketî bûye û bê şik di vê qonaxê de jî yê ser bikeve.

Rûhanî pêgirî li ser girîngîya meşa ji bo pişkdarîya di merasima Çillê Imam Hisên (S) de jî kir û qedrê gel û dewleta Iraqê ji ber pêşwazî û mazûvanîya ji zîyaretkirên tirba Imam hisên (S) girt.

Başa dön tuşu