ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Rûhanî li gotûbêja telefonî ligel Esed, êrişa Amerîkayê şermezar kir

Serokê Komara Islamî ya Îranê êrişa zordarîyê ya Amerîkayê ser Sûrîyê binpêkirina qirarên navnetewî û zagona NY zanî û careka din ew şermezar kir.

Li gori nûçen SAHAR TV yê Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li gotûbêja telefonî ya ligel Bişar Esed serokomarê Sûrîyê got: Gelê Îranê li têkoşîna dijî têrorîsmê û parastina yekperçetîya axa Sûrîyê yê li rex gelê vî welatî bimîne.

Rûhanî mixabinîya xwe ji ber gorîbûna hejmareke gelê bêguneh ê Sûrîyê di encama êrişa mûşekî ya Amerîkayê da nîşan da û xwe şirîkê xema malbatên gorîyên vê êrişê zanî û jibo birîndaran jî hêvîya tenduristîyê kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser hevkarîya Sûrîyê ligel NY jibo têkbirina sîlehên kîmyewî û dew û dozên tên hilêxistinê pûç û bêbingeh zanîn û pêkutî kir: Êrişên bi vî renbgî tenê dibin sedema bihêzbûna morala têrorîstan ku di van mehên daqwîyê da li Iraq û Sûrîyê tûşî işkestên giran bûne.

Rûhanî got: Êrişa mûşekî ya Amerîkayê hereketek li dijî berjewendîyên Sûrîyê bû û çav li rê ye hemî welatên azadîxwaz ên dinyayê êrişên bi vî rengî şermezar bikin.

Serokomarê Komara Islamî ya Îranê bi gotina vîya ku hevdengîya zêdetir a Îran, Sûrîye û Ûrsêtê dikare jibo serêxwegirtina têkoşîna dijî têrorîsmê kêrhatî be, dîyar kir: Ewên ku fikir dikin bi piştgirîya ji têrorîstan, dikarin pêşeroja Sûrîyê ser xêra xwe biguherînin, tam şaş difikirin.

Bişar Esed serokomarê Sûrîyê jî qedrê Komara Islamî ya Îranê ji ber piştgirîyên dide delweta Şamê girt û got: Êrişa mûşkî ya Amerîkayê ku bi dû işkestên giran ên vê dawîyê yên têrorîstan û têkçûna wan pêk hat, hewldanek jibo vegerandina moralê nav van komana û lawazkirina gel û artêşa Sûrîyê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu