ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Lihevkirina Navokî nimada hevkariyê dewsa nakokiyan li warê navneteweyî ye

Hesen Rûhanî êvara çarşemiyê (Li gorî dema New York`ê) li kêleka heftiyemîn civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li hevdîtina ligel Ban Kî Mûn sikritirê giştî yê NY destnîşan kir: Erka giştan bi taybet sikritirxaneya vê rêxistinê parastin û xurtkirina Lihevkirina Navokî ye û ev mijara vê yekê pêwsît dike ku raporên cihanînê yên sikritirê giştî yê NY li bara pêvajoya cihanîna biryarnameya 2231`ê rastbînane, serbixwe û sebeba xurtkirina hevkariyan bin.

Rûhanî li beşeke din ji axaftina xwe bal kişande ser babetên girîng li Rojhilata Navînê bi taybet Sûriye û Yemenê û got: Li Yemenê dewama êrîşên leşkerî û pêkanîna cinayetên şêrr pirr dilnigeranker e û bi awayê berdewam hemî konvansiyonên navneteweyî li vî welatî tên binpêkirin.

Rûhanî her viha got: Ev şera li dijî gelê Yemenê bêyî bingehê û berovajî hemî qanûn û qiraran dest pê bû û bi bombarana jinan û zarokan berdewam kir û piraniya rêxistinên navneteweyî jî viya piştrast dikin ku welatekî li wir cinayetên cengê pêk anîne.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara qeyrana Sûriyê tevî pêgiriya li ser amadetiya Têhranê ji bo dewama pêkanîna rola xwe ya kêrhatî li vî welatî got: Li pêvajoya şerê dijî têrorîsmê xala girîng, parastina serwerî û yekparçetiya welatan e û di rewşa niha da mijarên mirovî jî mijara sereke li Sûriyê ye.

Ban Kî Mûn jî li vê hevdîtinê li ser pêwsîtiya peydakirina rêkareke mayînde ji bo qeyranên Yemen û Sûriyê pêgirî kir û xwest ku Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyên zêdetir ji bo çareserkirina van qeyranan pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu