ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Lihevkirina Navokî nimadek ji bo çareserkirina nakokiyan e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar wek guhertineke mezin û sembolek ji bo çareserkirina nakokiyan û bingehek ji bo hevkariyênn Îranê û welatên cîhanê da zanîn.

Hesen Rûhanî serokomarê Îranê berêvariya sêşemiyê li gorî dema herêmî (Berbanga çarşemiyê li gorî dema Têhranê) û li kêleka civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li New York`a Amerîakyê, li hevdîtina digel xanima Tiriza Mêy serokwezîra Inglîsê got: Îranê bi tamî sozên xwe li warê cihanîna lihevkirina navokî pêk anîne û heta wê demê ku aliyê hember li ser sozên xwe bimîne, dê Îran jî ser sozên xwe bimîne.

Rûhanî behrewergirtina Îranê ji fezaya erênî ya aborî li çarçova sozên lihevkirina navokî da zanîn û got: Heta ku hinek ji pirsgirêkên têknîkî li warê bank û bîmeyê neyên çareserkirin, sozên aliyê hember serê xwe negirtine û dewletên ewropî divê bo bankên mezin ji bo hevkariya Îranê dilniyayiyê bidin û London dikare pêngava sereke li vî warî rake.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji baştirbûn û berfirehkirina peywendiyên Têhran û Londonê li salên vê dawiyê got: Bi rêzgirtina duyalî û girîngîdana hevkariyên li çarçova berjewndiyên hevpar em dikarin zihniyetên nerênî yên dîrokî ji holê rakin.

Serokê saziya cihêner a Îranê her viha amaje bi mijarên hestiyar ên navçeya Rojhilata Navînê kir û tevî pêgiriya li ser viya ku `Li navçeyê kêşeyên gelek lihevaliyayî hene û ti riyek ji bilî rêkara siyasî ji bo çareserkirina wan tine`, got: Îran amade ye ku ji bo pêkhatina aştî û aramiyê li Sûriye, Iraq û Yemenê hevkariya Yekîtiya Ewropayê, Inglîs û welatên navçeyê bike.

Serokwezîra Inglîzê jî tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe ji berfirehkiirna peywendiyên navbera Têhran û Londonê li warên siyasî û aborî di salên vê dawiyê da, ji berfirehkirina danûstandinnê du aliyan li hemî waran piştgirî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu