ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: “Mafê Amerîkayê yê dilsojiya bo gelê Îranê tune“

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Serokomarê Amerîkayê ku çend mehan berî viya gelê Îranê wek `Têrorîst` da zanîn, mafê xwe tune ku dilê xwe ji bo gelê Îranê bişewitîne“

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvara Yekşemiyê li civîna desteya dewletê bal kişande ser itiraz û neerazîtiyan li cihên cûrbicûr ên Îranê  ûgot: “Gelê Îranê li gorî qanûna bingehîn ş mafên welatîbûnê ji bo vegotina rexneyên xwe û heta nîşandana nerazîtiya xwe azad e“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Rêxistinên berpirs divêî ku rewşê ji bo rexne û itiraza qanûnî, heta meşa girseyî û kombûna li gorî qanûnê dabîn bikin; Lê di eynî demê da divê atmosfêrek pêk neyê ku bona hogirên Înqilaba Îslamî û gel dilgiranî û fukara li warê jiyan û ewlehiya wan pêk were“.

Rûhanî tevî ravekirina komployên xêrnexwazan li dijî Îrana Îslamî got: “Gelê Îranê hertim rewşa hestiyar a welêt, navçe û cîhanê fam kirye û  li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî biryarê dide“.

Wî her wiha bi gotina vê yekê ku hin welatên ereb ên navçeyê tu wextî pêwendiyeka baş bi gelê Îranê ra tunebûne û niha şahiyê dikin, got: “Ewlehiya Neteweyî, aramî û yekgirtîbûna neteweyî, yekîtî û biratî li Îranê sermiyana herî mezuin li navçeyê ye“.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: “Dewlet, wê kesên ku bixwazin mal û heyitiyên gelemperî xera bikin an rêzik û qanûnên civakî binpê bikin an li nav civakê aloziyê derxînin. dê nehemilîne“.

Di heyamam sê rojên bihurî da hejmareka xelkê liçend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Başa dön tuşu