ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Mafê gelê Îranê di warê têknolojiya navokî bi fermî hat naskirin

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li merasima nimandina destketên navokî yên Îranê got: mafê gelê Îranê li warê têknolojiya navokî da ji aliyê cîhaniyan û rêxistinên navneteweyî bi fermî hatiye naskirin.

Merasima dehemîn salvegera Roja Neteweyiya Têknolojiya navokî û merasima taybet a nimandina destketên navopkî bi amadebûna serokomarê Îranê û komek ji rayedarên welêt hat birêxistin.

Roja 8`ê nîsanê li teqwîma fermî ya Îranê bi navê Roja Neteweyiya Têknolojiya navokî hatiye binavkirin.

Rûhanî her viha got: Cîhan li xwe mukur hatiye ku bernameya navokî ya Îranê bi aştî ye loma hevkariya ligel Îranê di warê têknolojiya navokî da dest pê kiriye.

Serokomarê Îranê her viha got: Gişt cîhaniyan dîtin ku mentiqa gotûbêjê li hemberî gef û zextan bi ser dikeve û bêguman serketina dîplomatên Îranê di sala buhurî da li gotûbêjên navokî wek yek ji girîngtirîn rojên dîplomasiya Îranê di sedsala dawî da bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu