ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî qanûna serrastkirî ya têkoşîna li hemberî dabînkirina xercên têrorîsmê ragihand

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro “qanûna serrastkirina qanûna têkoşîna li hemberî dabînkirina xercên têrorîsmê“ ji bo cihanînê ragihande wezaretxanên karên aborî-darayî û dadwerîyê yên Îranê.

Qanûna serrastkirina qanûna têkoşîna li hemberî dabînkirina xercên têrorîsmê ku di 22`yê Tîrmeha îsal de li meclisa şêwra islamî ya Îranê hat pejirandinê, li Konseya Çavdêrîya ser Cîhanîna Destûra Bingehîn a Îranê hat hilkolandinê û vê konseyê ragihand ku ev qanûna ne berovajî isûlên şerîetê û destûra bingehîn e.

Şopandina sûcên li dijî sazîyên navnetewî yên ku nuneratîyên wan li Îranê tinene, kivşkirina sînorê erdnigarî yê şopandina sûcê dabînkirina xercên têrorîsmê li nav û derveyî welêt, kivşkirina mirov, kom û sazîyên têrorîst li nav û derveyî welêt ji hêla Konseya Bilind a Ewlehîya Netewî va û kivşkirina mêkanîzmeke qanûnî ya guncav ji bo zevtkirina milk û darayîyên kom û kesên têrorîst ji hegerên amadekirina vê qanûna serrastkirî ne.

Başa dön tuşu