ÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî qaremaniya tîma şûrbaziyê ya neteweyî ya Îranê li cîhanê pîroz kir

Hesen Ruhanî, roja duşemiyê li peyamekê li Twiter`ê, bi destxistina pileya qaremaniyê ya tîma neteweyî ya şûrbaziyê ya Îranê li kêbirkeyên cîhanî yên Senelgalê, pîroz kir.

Li peyama serokê Komara Îslamiya Îranê, hatiye: Bi destxistina pileya qaremaniyê li kûpa cîhanî ya çekên Saber ku ji bo cara yekem bi dest ketiye, li netewê Îranê, leheng û perwerdekarên tîma neteweyî ya şûrbaziyê, pîroz be.

Tîma Saber a Îranê bi serketina li hember Îtalyayê, jibo cara yekemîn li dîrokê, pileya qaremaniya kêbirkeyên kûpaya cîhanî ya Sênêgalê bi dest xist.

Di vê dewra kêbirkeyan de ku li Dakar a Senegalê hate li darxistin, tîma neteweyî ya çeka Saber a Îranê, yekşemiyê bi şev 45 poen li ser 39`an ji tîma Îtalyayê bir û medala zêr a van kêbirkeyan bi dest xist.

Qaremaniya tîma neteweyî ya lîştika bi şûran a Îranê di rewşekê de bi dest ket ku endamên tîma neteweyî ya lîstika bi şûran a Komara Îslamî ya Îranê, li lîstika yekemîn, ji Japonyayê birin û li lîstika duyemîn ji Amerîkayê birin û li beşa nîvya dawîn de jî bi têkbirina 34-45`an a Koreya Başûr, gihîşte fînala kêbirkeyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu