ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Li Yemenê firokeyek leşkerî a ayîdî Erebistana Siûdî ket û 12 leşkerî jiyana xwe ji dest da

Li gorî agahiyên li ser televizyona dewleta Siûdî El-İhbariye, ku spartiye çavkaniyên hêzên koalîsyonê li Yemenê balafirek leşkeri ketiye û herî kêm 12 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeyê firokeya Black Hawk li herêma Marîb a Yemenê ketiye û herî kêm 12 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

​Hat ragihandin ku di nava kesên ku jiyana xwe ji dest da de 4 serbaz û 8 serbaz jî hebûn.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hate destpêkirin. Berdevkê Artêşa Erebistana Siûdî General Ehmet El Asîrî di daxuyaniya xwe ya AFPê de amaje kir ku ew lêpirsîna sedema qezayê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu