ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Rejîma Sîyonîst, rejîmeke sexete ye ku welatên rojavayî ew saz kirine

Serokê Komara Islamî ya Îranê bi pêkutîya li ser vîya ku mijara Filistînê, meseleya herî girîng a cehana islamê ye got: Rêjîma Sîyonîst, rêjîmeke sexte, bidestê welatên rojavayî çêkirî û binpêkera mafên mirovan e.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê îro li merasima kutabûna şeşemîn konfiransa navnetewî ya Piştgirîya ji Doza Filistînê, bal kişand ser berborîya dîrokî ya dagirkirina Filistînê û got: Meseleya Filistînê pirsgirêka qewmekî yan miletekî nîne, belkî ji alîkî va nîşana zim û sitem û binpêkirina mafên navnetewî û nekarabûna sazîyên navnetewî ye û ji alîyekî din va sembola hewldanên têkoşerane û berdewam ên miletekî jibo bidestxistina mafên xwe li rex şermzarîya civaka cehanî û hin welatên islamî ye.

Rûhanî bi pêkutîya l iser vîya ku “ kiryarên handêr di çarçova zevtkirina erdên gelê Filistînê û hewldana biarmanc jibo guhertina pênaseya dîrokî û şaristanîyetîya vî warî, berebere encamên wêranker jibo aştî û ewlehîya cehanî bi xwe re anîn“, got: Sîyonîst bi dû wê ne ku xelkên dinyayê bawer bikin ku filistînî hin aware ne ku divê bêyî ku yên warekî bin, emrê xwe derbas bikin û berxwedanê ser navê têrorîsmê nîşan bidin û hewldana demdirêj jibo asayîkirina teslîmbûn û sazişê jibo vê yekê ye.

Rûhanî herwiha bal kişand ser alozî û qeyranên li Rojhilata Navînê û got: Şer, pevçûn, têror li Yemen, Iraq, Sûrîye û Efganistanê her roj dibin sedema kuştina bi sedan insanî û dewletên misilman dewsa hevkarîya jibo kutakirina pevçûnan û kuştina bêarmanc a misilmanan, hevdu tawanbar dikin ku ji ber vê rewşa giran û xedar rêjîma dagirkir a sîyoinîst xêr û qazancê dibe.

Rûhanî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku pêkanîna aştîya dadmendane û berfire li Rojhilata Navînê, bilî bi kutakirina dagirkirina erdên Filistînê û dabînkirina tam a mafên vî miletî ji wan mafê kifşkirina çarenûsê, vegera hemî awareyan ser warê bav û kalên xwe û pêkanîna delweta yekgirtî ya Filistînê bi paytextîya Qudsa pîroz bi rêka lidarxistina giştpirsîyekê bi pişkdarîya hemî qewm û niştecihên sereke yên vî warî, misilman, mesîhî û cihî bidest nakeve.

Rûhanî pêkutî kir ku herçend rêyeke dûr û dirêj jibo dabînkriina mafên gelê Fiilstînê li ber hemî misilmanan e lê, miletê ku jibo parastina mafên xwe rêka cehadê bijartîye, yê ser bikeve.

Şeşemîn konfiransa navnetewî ya Piştgirîya ji Doza Filistînê duh bi amadebûna hezretê ayetulah ozma Xaminêlyî rêberê qedirgiran ê inqilaba islamî ya Îranê, serokên her sê dezgehên sereke yên rêvebirina welêt û kesayetîyên berbiçav ên cehana islamê bi durişma “ em hemî bi hev re jibo piştgirîya ji Filistînê“ li salona Civîna Serokên Welatên Islamî li Têhranê destpê bû. Zêde ji 80 deste û 700 mêvanên ji derve li vê konfiransê pişkdarî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu