NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûrîyê devera Arkê xist bin kontrola xwe

Hêzên artêşa Sûrîyê li dewama pêşdaçûna xwe li rojhilata parêzgeha Humsê, devera stratejîk a Arkê tam xistin bin kontrola xwe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), hêzên artêşa Sûrîyê piştî serdestîya li devera Badîyê û qutkirina têkilîya di navbera têrorîstên DAIŞ`ê li vê devera parêzgeha Humsê da, bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê kuştin û hejmarek jî birîndar kirin.

Hêzên artêşa Sûrîyê yekşema buhurî karîn girik û baregehên têrorîstan li derdora meydana gazê ya Arkê li bakûra rojhilata bajarê Tedmurê li parêzgeha Humsê bêxin bin kontrola xwe.

Artêşa Sûrîyê herwiha ragihandîye, armanca sereke ya pêşdaçûna hêzên sûrî ber bi rojhilata Dêrezorê, jinavbirina DAIŞ`ê li rojhilata Humsê ye.

Dêrezor ketîye sînorê Sûrîye û Iraqê û perravên çemê Firatê û ji sala 2014`an ve ji hêla têrorîstên DAIŞ`ê ve hatibû dorpêçkirin, Niha gîhandina alîkarîyan jibo niştecihên Dêrezorê tenê bi rêya avêtina pakêtan bi saya balafiran pêk tê (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu