ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê êrişa ser navendên dermankirinê şermezar kir

Balyoz û nûnerê hertimî yê Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) bal kişand ser zêdebûna êrişên dijî navendên dermanî yên li navçeyên şerrtêde û rewanîşandayîna wan wekî şaşitiyên nebiqesd ên van êrişana li her derê bi taybet li welatên Filistîn, Efxanistan, Yemen û Sûriyê şermezar kir.

Xulamelî Xoşrû, roja pêncşemiyê li civîna giştî ya Konseya Ewlehiya vê rêxistinê ku bi însiyatîva nûnerê welatê Ûrogoyayê û serokatiya dewrî ya vê konseyê ser navê Êrişa ser Navend û Karmendên Dermankirinê li Şer û pevçûnên  bi çekan hate lidarxistin, li ser vê diyardeyê û zêdebûna wê ya di van salên dawiyê de axivî.

Wî herwiha got, rastî eva ye ku ev êrişana tevî biryarnameya 2286`an a Konseya Ewlehiyê ku sala buhurî bona pêşîlêgirtina ji wan pejirî, ne tenê nehatine sekinandin belkî zêde jî bûne.

Li gorî gotina Xoşrû, dinya di sala 2016`an de bûye şahidê gellek ji van cure êrişana li 23 welatên çîhanê û welatên Rojhilata Navînê ji her navçeyeka din zêdetir bûne şahidê van cure êrişan.

Nûnerê Îranê got: Li rewşekê ku êrişa leşkerî ya ser navendên dermankirinê ji aliyê welatên ku bombeyên qaşo hişmend û teknolojiyên nû bi kar tînin, zêde dibin, sebebkarên van êrişan dixebitin êrişên hanê bê qesd bidin zanên û  bona pînekirina wan îdia dikin ku ew bi şaşitî cih hatine, lê belê dubarebûn û zêdebûna van êrişan qebûlkirina îdiaya şaşbûna wan dijwar dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu