ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavinYemen

Behram Qasimî Erebistanê rexne kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê dewama êrişên hevalbendiya Seûdî ser rêûresmekî dawetê li parêzgeha Seûdeya Yemenê ku bûye sebeba kuştin û birîndarbûna bi dehan welatiyên bêguneh ji wan jin û zarokên bê guneh ên yemenî , mehkûm kir.

Li gor rapora IRIB News’ê, Behram Qasimî Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tevî diyarkirina xemgîniya xwe digel malbatên qurbaniyên êrişa nemirovane ya hevalbendiya destdirêjkere Seûdî ser xelkê parêzgeha Seideya Yemenê got: Destdirêjkeran bi vê cinayeta xwe ya nû rûpeleka din li cinayetên xwe yên nemirovane zêde kirin.

Qasimî destnîşan kir: Li şerê çendsalî yê Erebistanê dijî xelkê Yemenê hema eşkera bûye , her wextekê ku van destdirêjkeran li bereyekê işkest xwarine, êrişên xwe yên hewayî ser xelkê sivîl li vê navçê zêdetir kirine ku armanca sereke jî tolhildana ji jin û zarokan û xelkê bêguneh e.

Firokeyên şêr ên hevalbendiya destdirêjker a Seûdî Sêşemê êrişî ser rêûresma dawetekê li bajarê El-Zahir li parêzgeha Seidê li bakûra Yemenê kir ku ji ber vê êrişê 8 kesên sivîl hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu