AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Rêketina Navokî û hilbijartin desthata îradeya xelkê Îranê ye

Serokkomarê Îranê rêketina navokî û birêketina hilbijartinê li Îranê desthata îradeya xelkê welêt daye zanîn.

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li civîna xwe ya duh duşemê ya ser navê geşatî û sermayedanîna li parêzgeha Azerbaycana rojava li bakûra rojavaya Îranê bal kişande ser viya ku Rêketina Navokî û hilbijartina Îranê desthata îradeya xelkê welêt e û got: Komara Îslamî ya Îranê qet soz û qirarên ku dane ji bîr nake û hemû ew soz û qirarên ku îmza kirine, heta wê derê ku aliyê din yê gotûbêjê jî wan soz û qiraran xwe berçav bigrin, cih tîne.

Wî got: Hemû pirsgirêkên Îranê piştî rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 çareser nebûne, lê li vê mudehê û piştî 4 mehan xebatên baş li Îranê serê xwe girtine.

Serokkomarê Îranê li vê civînê herwisa bal kişande ser peywendiya baş a di navbera Îranê û welatên cînar û amadebûna rewşa danûstandinên tecarî bona firotina hasilên lebenî, cotkarî û madên xwarekî yên Îranê bo welatên din û û got: Eva ku nûnerên welatên cîhanê hatûçûna Îranê dikin nîşana rewşa nû li peywendiyên Îranê tev cîhanê ye û pêwîst e hemû ji vê rewşa nû bibaşî behre bigrin.

Ruhanî herwisa got: Wehdet û hevdiliya hemû eşîretan û mezheban li Azerbaycana rojava nîşana viya ye ku xîm û binyata gelê Îranê yêke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu