CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî: Têhran pêşwzziya zêdekirina hevkariyan bi Pêkenê re dike

Serokê Komara Îslamiya Îranê, got: Têhran, pêşwaziya berfirehkirina hevkariyên dualî yên bi Pekînê re di hemî waran de û ji wan di warê berevaniyê de dike.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomariyê, Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li hevdîtina bi Çang Wan Koang, wezîrê berevaniya Çînê, li Têharnê, herwiha got: Terorîsm û mudaxileyê nerewa a hin welatan li karûbarên navxweyî yên welatên din, du xeter û gefên mezin in.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, bi şirovekirina hewldanên Îranê yên jibo parastina aramî û ewlehiya li navçê û şerrê dijî terorîsmê destnîşan kir: Divê jibo sekinîn û şerrê dijî xetera mezin a terorîsmê, hevkariyên di navbera du welatan de zêde bibin.

Ruhanî, li ser vê yekê ku ewlehiya parezemîna Asyayê û navçeya girîng a pehnava Hindê, deryaya Çînê û Kendava Fars`ê ji hev nayên cidakirin sekinî û got: Divê em ewlehiya Asyayê bi alîkariya hevdu biparêzin û roja îro jî Komara Îslamiya Îranê, roleka pirr girîng bona serêxwegirtina ewlehî û aramiya cîhanî girtiye ser milê xwe.

Çang Wan Guwang, wezîrê berevaniya Çînê jî bal kişand ser cîgeh û mewqiya stratejîk a Îranê li navçê û pêwîstiya jordabirina hevkariyên di navbera du welatan de li beşên curbicur bi bîr xist û got: Çînê hertim, helwêstên xwe yên pirr nêzîk bi Komara Îslamiya Îranê re hebûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu