Serokkomarê Iraqê aliyên siyasî yên Yemenê dewetî gotûbêjê kirin

Fuad Mesûm serokkomarê Iarqê îro li hevdîtina taxima yemenî bi serokatiya Muhemed Ebdulselam ji endamên bi nav û deng ê Ensarullahê, yemenî vexwendin gotûbêjê û hemî aliyên siyasî li Yemenê han da ku werin ser maseya muzakireyê.
Li gorî rapora IRNA`yê, nivîsgeha serokkomariya Iraqê li daxûyaniyekê got ku Fuad Mesûm li vê hevdîtinê bal kişand ser peywendiyên xurt, dîrokî û bi biratî navbera gelên Iraq û û Yemenê û rewşa awarte ku xelkê Yemenê têde jiyan dikin xembar û diltezîn da zanîn.
Taxima yemenî jî li vê hevdîtinê spasiya serokkomar û serokên Iarqê kir û piştgiriyên Iarqê derheq çareserkirina kêşeyên nav Yemenê û kutakirina pirsirêkên yemeniyan pesinand.
Taxima 14 kesî ya Yemenî vê heftiyê gihêşt bexdayê û tev rayedarên curbicur û rêberên siyasî yên Iarqê gotûbêj kirine û di eynî demê de çûne ziyareta etebatê aliyatê li Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)