ErebîstanFilistînÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Rûhaniyê binavûdeng ê sune yê Lubnanê Erebistan rexne kir

Rûhaniyê binavûdeng ê sune yê Lubnanê kiryara Erebistanê li hember grûpên berxwedana Filistînê rexne kir.

Li gorî rapora ajansa neteweyî ya Lubnanê, şêx Ebdulnasir El-Cebrî ji alimên bi nav û deng ê sune û sekreterê giştî yê tevgera Umeta Lubnanê roaj duşemiyê bi daxûyaniyekê gotinên Tirkî Feysel serokê berê yê Îstixbarata Erebistanê li dijî grûpên berxwedana Filistînê protesto kir.

Şêx El-Cebrî got : Piştgiriya Komara îslamî ya Îranê ji grûpên berxwedanê li hember siyonîstan li halekê ye ku hin welatên erebî û Îslamî ji wan Erebistan, Filistînê li hember cianyetên Rejîma Siyonîstî tenê hiştine.

Di eynî demê de tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê tawanên Tirkî Feyselî li dijî berxwedanê pûç û bêbingeh da zanîn û destnîşan kir ku ev gotinên batil û şaş jibo xizmeta li berjewendî û sinaryoyên Rejîam siyonîstî ne.

Tirkî Feysel serokê berê yê Îstixbarata Erebistanê roaj şemiyê li civîna grûpa terorîstî ya Munafiqan li Parîsê îdia kir ku Komara îslamî ya Îranê bi armanca berfirehkirina aloziyê li navçê pişta tevgerên Hamas û cîhada Îslamî ya Filistînê digre. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu