NûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsiyê belgeyên komploya kîmyayî ya Welatên Rojavayî li Idlibê radestî NY kirin

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê qala radestkirina belgeyên pêkhatina êrîşa kîmyayî ya sexte li Sûriyê bo Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) û Saziya Qedexetiya Berfirehkiirna Çekên Kîmyayî kir.

Li gorî rapora Sputnikê, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê, Sêrgêyî Lavrof roja Îniyê ragihand: “Moskoyê belge û şehediyên tekûz û pêbawer ku ji çavkaniyên cûrbicûr bi dest xistine, radestî NY û S kirine“.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ji van rêxistinan xwest ku “Berpirsiyariya xwe derbarê aşkirabûna kiryarin visa handêr li Sûriyê cih bînin“.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê bal kişande ser rewşa Idlibê li bakurê Sûriyê û gotûbêja ji bo pêkanîna derbasgehên însanî li vê navçeyê û got: “Dewleta Sûriyê tam mafê xwe heye ku têrorîstên li Idlibê derxîne“.

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê careka din teqez kir ku li Navçeya Kêmkirina Kêşeyan li Idlibê divê navbera dijberên çekdar ku amade ne bi Şamê ra gotûbêj bikin û komên têrorîst weke Bereya Nusreyê ferq û cudatî were danînê“.

Wezareat berevaniyê ya Rûsiyê jî çend rojan berî  niha hişyarî dabû ku Emerîka, çek û sîlehên xwe li nêzîkî Sûriyê xurt kirine û dixweze ku  bi mehna qaşo êrişa kîmyawî li  Sûriyê, êrişî ser hêzên dewleta Sûriyê bike.

Amerîka, Fransa û Inglîsê Sêşemiya bihurî anku 21ê Tebaxa 2018an bi daxûyaniyekê dewleta Sûriyê bi sûcê bikaranîna çekên kîmyayî tawanbar kirin.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011an ve bi êrişa berfireh a komên terorîstên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtiyên wan yên wek Îngilistan û Firansa pişta wan digirtin, ji bo guhertina rewşa navçê li ser xêra Rejîma Siyonîst destpê bû. Ji ber vê qeyranê heya niha bi mîlyonan sûrî aware bûne.

Başa dön tuşu