NûçeRojhilatanavinSûriye

Rûsiyê li bara amadekariya terorsîtên li Sûriyê ji bo êrîşên kîmyewî li Dêra Zorê agahî da

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov got ku terorsîtên li Sûriyê amadekariyên provokasyona êrîşên kîmyewî li Dêra Zorê dikin.

Konaşenkovî civîneke çapemeniyê bi rê ve bir û diyar kir ku terorîstên Sûriya Azad û Hêzên Operasyonên Taybet ên Amerîkayê amadekariya provokasyona êrîşa kîmyewî li Dêra Zorê dikin û ragihand ku milîtanên ASAyê bermîlên nîtrojenê birine gundekî Dêra Zorê.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku bermîlên tijî klor anîne gundê Heql el Cerfayê da ku îmîtasyona ‘êrîşa kîmyewî li dijî sivîlan’ bikin û wiha dewam kir: Piştî ku vîdeya mîzansen ji aliyê saziyên medyaya rojavayî ve werin weşandin, hevpeymaniya Amerîka pêşengiya wê dike dê wek behane were bikaranîn da ku êrîşên moşekî li dijî tesîsên fermî yên Sûriyeyê werin kirin û êrîşên milîtanan ên li rexê rojhilatî yê Firanê li dijî hêzên hikûmetê meşrû bikin.”

Başa dön tuşu