IraqNûçeRojhilatanavin

Saad Maan: 20 terorîstên DAIŞ`ê li bakûrê rojavaya Iraqê hatine girtin

Berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê, ragihand ku 20 terorîstên DAIŞ`ê li bakûrê rojavaya vî welatî hatine girtin.

Li gorî raproa Bexda El Yewmê, serleşker Saad Maan berdevkê wezareta karên hundur a Iraqê, sibeha îro çarşemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku hêzên fermandetiya polîsê parêzgeha sînorî ya Neynewayê li bakûrê rojavaya vî welatî, li ser bingeha agahiyên deqîq ên ku wergirtine, operasyona paqijkirina endamên DAIŞ`ê cih aniye û di encama wê de jî 20 terorîstên DAIŞ`ê hatine girtin.

Serleşker Saad Maan, di vî warî de herwiha pêgîrî kir ku cihê girtina terorîstên hanê, navçeyên El Heremat a yekem û pêncem li pişka rojavayî ya bajarê Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê bû û di nava wan de jî hin endamên pişka ewlehî û polîsê mezhebî yê DAIŞ`ê hene.

Başa dön tuşu