NûçeIraqRojhilatanavin

Saberin News: Li baregeha Amerîkayê ya li Bexdayê sîren hatin lêxistin

Kanala Saberin News`ê ragihand ku dengê sîrenan li nav baregeha leşkerî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê li Bexdayê hatiye bihîstin.

Saberin News duh ragihandibû ku sîren li baregeheke leşkerî ya Amerîkayê li devera kesk a paytexta Iraqê Bexdayê hatiye lêdan. Der barê sedema lêxistina sîrenan de agahiyên zêde nehatin dayîn.

Pêştir jî çavkaniyên medyayî yên Iraqê belav kiribûn ku sîren li balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hatiye lêdan û sîstema berevaniyê ya C-RAM tê ceribandin û vê yekê niştecihên navçeyên nêzîkî balyozxaneyê tirsandiye.

Herwiha li gorî malpera Îraqî ya Şefaq News, di dema derbasbûna karwaneke piştevaniya Amerîka li parêzgeha Besra ya Iraqê de, bombeyek teqiya. Di konvoyê de ti ziyanên canî çênebûne.

Gel û komên berxwedanê yên li Iraqê radigihînin ku heta hêzên Amerîkî li welêt hebin, dê êrîş û mafê têkoşîn û berxwedanê li dijî wan hebe.

Başa dön tuşu