ÎranNûçeRojhilatanavin

Sadiq Amolî Larîcanî: Gelê Îranê piştevanê Sipaha Pasdarên Inqilabê ye

Serokê Civata Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê ayetullah Sadiq Amolî-Larîcanî amajeyî kiryara nemaqûl a Qesra Sipî himberî gelê Îranê û xistina navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî di lîsteya komên têrorîst de kir û got: Eva ne yekem pêngava batil a hikimdarên Amerîkayê ye, veguhestina paytexta Rêjîma Sîyonîst bo Qudsê û bifermînaskirina serdestîya wê rêjîmê li Golana dagirbûyî ya Sûrîyê jî karên batil in.

Larîcanî herwiha got: Eva ku pişkeke girîng a hêzên leşkerî yên welatekî bi awayekî fermî têrorîst bi nav ibkin, karekî nemaqûl û berovajî qirarên navnetewî ye.

Serokê Civata Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê herwiha got: Karên bi vî rengî nîşan didin ku Amerîkîyan nekarîne tişka ku têkildarî Rêketinama Atomî li bendê bûn, bi dest bixin. 

Wî herwiha got: Bila Amerîkî bizabin ku hemî sazî û dezgeh û gelê hertim li meydanê yê Îrana islamî pişta Sipaha Pasdarên Inqilabê digirin û amerîkî yê ji wî karê xwe poşman bin.

Başa dön tuşu