IraqNûçeRojhilatanavin

Pentegon: Em alîkariya Heşda Şeibî nakin

Wezareta Bergîriyê yê Amerîka derbarê biryara Parlementoya Iraqê ya nasandina Heşda Şeibî wek beşeke taybet ji artêşa Iraqê de bersiva peyamnêrê K24ê da û ragihand, ew biryareke navxweyî ye. Herwiha aşkere kir jî, wan heta niha ti alîkariyên leşkerî nedane Heşda Şeibî.

Berdevkê Wezareta Bergîriyê yê Amerîka Peter Cook got: “Destpêkê dixwazim bibêjim ku ew babeteke navxweyî ya Iraqê ye, lê baweriya me, ew ne dawî  biryara Iraqê ye, hîn qonaxeke din maye ku bi temamî ew biryar were pesendkirin.”

Cook got jî: “Tiştê ku dikarim bibêjim ew e, ku em berdewam dibin di alîkariya hikûmeta Heyder Ebadî. Herwiha alîkariya tevahiya hêzên di bin desthilata wê hikûmetê de, lê ew jî aşkere ye ku em ti carî alîkariya Heşda Şeibî nekin, ew jî nehatiye guhartin.”

Parlementoya Iraqê roja 26 vê mehê projeyasaya Heşda Şeibî bi piraniya dengan pesend kir û perlementerên Sûne jî ew proje qebul kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu