Salihî: Pirsgirêka rojava tev inqilaba Îranê ye
Elîekber Salihî roja duşemiyê li duwemîn merasima navenda pisporî ya medyayê got: Me bi inqilaba xwe îdeolojî, felsefa siyasî, jiyan û şêwaza hukimdariya nû raberî cîhanê kir û 37 salên buhurî nîşan da ku ev felsefeya nû dikare kêrhatî be û li hember bahozan berxwe bide û raweste. Salihî got: Emerîkayê teklîfa xwe bi hevrikên xwe yên nihanhêz safî kiriye li halekê ku dibîne welatek li hember wê sekiniye û eva pirsgirêkeke siyasî ye ku li valahiyê pêk nayê û hewcedarê berhemanîna naverok û hizrê ye. Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê sipasiya medyaya neteweyî bitaybet kanalên Press TVyê, Al-Alamê û Hîspan TV`yê kir û got : Medyaya neteweyî bi îmkanên pir kêm anegorî kanalên biyanî pir baş xebitiye û xwe nimandiye lê kiryarên cihhatî kêm e û dengê me divê li cîhanê bilindtir were bihîstinê. Salihî tekez kir: Li vê barê em hewceyê lezgîniyeke zêdetir in û Emerîka jî ji ber vê yekê ketiye fukaran ku naveroka berhemên Komara Îslamî ya Îranê bigihe guhê cîhanê. Salihî bal kişand ser vê yekê ku bi cihanîna rêketinnama navokî ya zengînkirinê û berhemanîna ava giran li Îranê tim hatiye parastin û got : Mesela zêdetiya ava giran , H2O2 ya Îranê niha biryar e bê firotin û pêşeya navokî jî baş xebatê dike loma rexnegir divê biînsaf bin û li qazancên neteweyî fikrê bikin. Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê got : Bankên mezin ên ewrûpî bi zexta Emerîkayê carê bi me re hevkariyê nakin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)