NûçeRojhilatanavinSûriye

Şamê bersiva derew û şantajên medyaya Amerîkayê da

Alîkarê wezîrê derve yê Sûriyê li bersiva derew û şantajên medyaya Amerîkayê got: Sûriyê ti çek û sîlaheke kîmyawî li ber destê xwe tine.

Li gor nûçen SAHAR TV yê ji zarê rapora IRNA, Alîkarê wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdad şeva çûyî li `Konferansa Mafên Hevwelatîbûnê` ya li Şamê paytexta Sûriyê bal kişand ser dew û dozên derew û şantajên medyaya Amerîkayê  û ya welatên rojavayê derheq hebûna sîlahên kîmyawî li Sûriyê û got: Sûriyê ti çek û sîlaheke kîmyawî li ber destê xwe tine.

Feysel Miqdad herwiha got: Dew û dozên welatên rojavayê li dij Sûriyê di rewşekê de ne ku Şamê gişt belgeyên li vê barê de dane ber destê welatên rojavayê.

Medyaya Amerîkayê û welatên rojavayê û ya hin welatên navçê ji bo ku avêtina 59 mûşekên Amerîkayê li 7 Nîsanê li bargeha hewayî ya artêşa Sûriyê li Şeyîratê ya parêzgeha Humsê ku di encamê de 9 sivîl ji wan 4 zarok şehîd bûn û heft kes jî birîndar bûn, pîne bikin îdia dikin ku sîlahên kîmyawî li ber destê dewleta Sûriyê ne û êrişa kîmyawî ya ser Xan Şêxûnê jî davêjin ustiyê dewlata Şamê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu