NûçeRojhilatanavinSûriye

Şamê derheq destdirêjiya Tirkiyê ser axa Sûriyê hişyar da

Serokê taxima muzakirê ya dewleta Sûriyê Beşar Ceferî li dewra heftan a Muzakireyan li Cenevê de got: Min li hevdîtina xwe bi nûnerê Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li karûbarên Sûriyê Stefan de Mîstora re ew derheq zêdexwaziyên Tirkiyê li babeta destdirêjiya ser axa Sûriyê li bakûrê rojavayê vî welatî agahdar kir.

Ajansa nûçeyan a SANA ragihand ku Beşar Ceferî îro li rûniştina xwe ya dawiyê bi De Mîstora re got: Li vê dewra muzakireyan de me ser du meselan pêgîrî kir ku yek şerê cidî li dij terorîzmê ye û ya din rûniştina karzanên huqûqî ye.

Ceferî herwiha got: li hevdîtinên bi De Mîstora re min bala wî kişand ser cinayetên Hevalbendiya Amerîkî bi taybet li Reqayê û pirsgirêkên ku wan ji xelkê sivîl re çê kirine.

Ceferî herwiha got ku De Mîstora derheq hedefên zêdexwazan û dagîrkerane yên Tirkiyê li bakûrê rojavayê Sûriyê agahdar kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu