ErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Şamê hişyarî da taxima muxalifetê ya Riyazê ku keviran daneyne ser riya muzakireyan

Beşar Ceferî duh êvarê piştî hevdîtina xwe bi Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan De Mistura re got: Li vê hevdîtinê de me desnîşan kir ji ber ku Taxima Muxalifetê ya girêdayî li Riyazê ser riya gotûbêjan astengiyan çê dike muhtemel e muzakireyên Cenevê bona zêdexwaziyên vê taximê negihêje encamê.

Nûnerê dewleta Sûriyê got: Operasiyona li dij terorîstan heta piştî azadiya erdên bi destê terorîstên hanê jî berdewam dike.

Ceferî herwiha got ku hin grûpên terorîstî bi piştgiriya artêşa Tirkiyê şer dikin û hin terorîstên din jî ji aliyê rejîma siyonîstî tên piştgirîê kirin û birêve birin.

Beşar Ceferî got ku Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Staffan De Mistura soz daye me ku li cîvîna înê (îro) bersivê bide pirs û bîrûbawerên me.

Muzakireyên Ceneva 4 ji êvara pêncşemiya bihûrî li vî bajarî despê bûn ku di van muzakireyan Beşar Ceferî wek serokê şandeya Sûriyê li civînên Cenevê û Nesir El-Herîrî jî wek serokê taxima muxalifetê tên hesabê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu