AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Şandina gaza Îranê bo Tirkîyê careka din destpê bû

Sadiq Ekberpûr serokê rawestgeha pîvandina gaza ku Îran dişîne Tirkîyê li sînorê Bazirganê li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakûra rojavaya Îranê got: Bi dû restorekirina borîya gazê ku ji ber teqînê tûşî xisar û xirabîyê bibû, li gorî daxwaza alîyê tirk, şandina gaza Îranê bo Tirkîyê bi rêka borîya sînorê Bazirganê ji şeva buhurî va destpê bû.

Ekberpûr herwiha got: Niha di rojê da 20 milyon metre kûp gaza Îranê bi rêka borîya gazê ya Bazirganê va ber bi Tirkîyê tên şandinê.

Veguhestina gaza Îranê bo Tirkîyê ji pêncşema buhurî va (27`ê Cotmehê) bi hegera teqîna borîya veguhestina gazê hatibû sekinandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu