ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Rayedarên siûdî soresor gotin em ê şêrr bibin nav Îranê

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Berpirsên Erebistanê bi awayekî aşkira gotibûn ku em ê şêrr bibin nav Îranê û eva gefkirina rasterast e.

Mihemed Ibnê Selman cîgirê welîehd û wezîrê berevanîyê yê Erebistanê çendekê berî niha li hevpeyvîna ligel televîzyona fermî ya vî welatî got: “Divê em şêrr veguhêzin nav Îranê û em ê vî welatî bikin meydana cengê.“

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê îro li civîna Oslofrum a Norwejê, di bersiva vê pirsê da ku gelo çima Îranê gotîye Erebistan li pişta êrişên têrorîst ye? pêkutî kir: Roja ku êrişên têrorîstî li Têhranê pêk hatin, Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê jî peyamek bi rêka Tiwwîterê weşand.

Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê piştî bûyerên têrorîstî yên li Têhranê ku di encamê da 17 kes şehîd û 52 kes jî birîndar bûn, li peyamekê bi rêya Tiwwîterê nivîsî: “Îran divê ji ber destwerdan û piştgirîya ji têrorîsmê li herêmê were cezakirin.“

Wezîrê karên derve yê Îranê bi pêkutîya ser çareserkirina sîyasî ya hemî meseleyan got: Zêde ji 20 salan e ku Îran dibêje divê hemî mesele bi rêka gotûbêjê bên çareserkirinê lewma heke piştî êrişa Iraqê ser Îranê, biryarnama wê tam cih bihata, şerê Kuweytê nediqewimî û heka pêşîya şerê Kuweytê jî bihata girtin, DAIŞ pêk nedihat.

Civîna Osloyê îro bi amadebûna wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê û kesayetîyên din ên cîhanê li paytexta Norwejê destpê bû (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu