IraqNûçeRojhilatanavin

Saziya Hevkariya îslamî li daxûyaniyekê ji hevkarî, hevgirtin û xebatên aliyên iraqî dijî terorîzmê li vî welatî piştevanî kir

Saziya Hevkariya Îslamî li daxûyaniya xwe ya duh pêncşemê tevî şermezarkirina kiryara terorîstî li gundekî nîzikî Tikrîtê ku bû sebeb bi dehan kes li rêûrisma dawetekê li vî gundî bêne kuştin yan jî birîndar bibin, ragihand; Ev kiryarên hovane qet mentiqî nînin û dînê îslamê jî van kiryaran mehkûm dike û ev kar terorîstî tenê bona zêdebûna zêdegaviyê û duberekîxistina nav gelê Iraqê cih tên.

Saziya Hevkariya Îslamî li daxûyaniya xwe ji xelkê Iraqê xwest ku yekîtî û hevgirtina xwe biparêzin û xwe ji her cure nakokiyekê dûr bikin, grûpên terorîst nas bikin û bona girtina pîşiya van cure cinayetan tev dewleta Iraqê hevkariyê bikin.

Çavkanîyên nûçan ên iraqî ragihandin ku di encama teqîneke têrorîstî li dawetekê li nêzîkî Tikrîtê li bakûra rojavaya Bexdayê da, herîkêm 26 kes hatin kuştinê.

Li gorî ragihandina çavkanîyên iraqî, ev teqîna li devera Hecac a Tikrîtê û bi destê xwekujan pêk hat û di encamê da herîkêm 26 kes hatin kuştinê, 25 kes jî birîndar bûn.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsîya vê êrişê da ustîyê xwe.

Têrorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên bidûhev li hemberî hêzên iraqî nemaze li parêzgeha Nêynewayê, dest bi kuştina sivîlan li bajarên curbicur ên vî welatî kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu