IraqNûçeRojhilatanavin

Sê kiryarên terorîstî li çend navçeyeke Bexdayê pêkhat in

Biryargeheke leşkerî ya artêşa Iraqê li rojavayê paytext Bexdayê hate hewanbaran kirin û herwaha hejmarek kiryarên din ên terorîstî dîsa li Bexdayê pêkhat in.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê duh 19.05.2018ê êvari hejmarek çekdarên nenas sê guleyên hewanê avêtine biryargeha leşkerî ya Iraqê ya li rojavayê Bexdayê ya nêzîk Tel Rezwaniyê.

Ji aliyeke din ve çavkaniyeke nûçeyan  a Iraqî bê ku hejmara kuştî û birîndaran diyar bike dibêje, di êvariya heman rojê de zincîre teqînek li rojavayê Bexdayê pêkhatin.

Dîsa li taxa Besatîn a navçeya Şeibî ya li bakurê Bexdayê termê kesekî hate dîtin ku bu gule hatiye kuştin.

Ji ber bê rêxistîbûn û çalak nebûna hêzên Iraqê, bi dehan grub û milîsên çekdar ên tundrê û terorîstî li şeqam û bajarên Iraqê, bi taybet li paytext Bexdayê belav bûne û rojane kiryarên terorîstî, kuştin, revandin û teqîn pêktên.

Başa dön tuşu