IraqNûçeRojhilatanavin

Seid Hedîsî: Eger parêzgeha Besra ya Iraqê tevahiya şert û mercan bicîh bîne dikare bibe herêmeke xweser

Hikûmeta Iraqê ragihand, eger parêzgeha Besra ya Iraqê tevahiya şert û mercan bicîh bîne dikare bibe herêmeke xweser.

Ev çend roj in beşek mezin ji xelkê parêzgeha Besra ya Iraqê daxwaz dikin parêzgeha wan bibe herêmeke xweser.

Li ser vê mijarê, berdevkê serokwezîrê Iraqê Seid Hedîsî ji BasNewsê re got, pêkhatina herêmên xweser tiştekî qanûnî û Destûrî ye ji ber wê jî ti astengiyek li pêşya wê yekê nîne.

Seid Hedîsî her wiha got, her gava Besra tevahiya şert û mercên wê yekê bicîh anî dikare bibe herêmeke xweser.

Daxuyaniya Hedîsî di demekî de ye ku endamekî encumena parêzgeha Besrayê ragihandiye, ji 35 endamên encumenê 15 kes razî ne Besra bibe herêmeke xweser.

Yek ji şertên pêkhatina herêma xweser ew e ku ji sê pişkan pişkek ji endamên encumena wê parêzgehê razî bin.

Başa dön tuşu