ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Sebebkarê êrişa terorîstî ya ser baylozxana Îranê li Lubnanê hat girtin

Sebebkarê bombdanîna li hemberî baylozxana Komara Islamî ya Îranê li Lubnanê hat girtin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ehmed Fazil nasyar bi Ebul-Teyib sebebkarê êrişa terorîstî ya ser baylozxana Îranê li Bêyrûta Lubnanê ji aliyê hêzên ewlehiya vî welatî va hate girtin û li bara hevkariya xwe tev grûpa terorîstî-tekfîrî ya Cibhetul-Nusreh û birêvebirina gelek ji rûdawên terorîstî li Lubnanê îteraf kir.

Pêştir Macid El-Macid serkirdeyê erebistanî yê grûpa terorîstî ya ser navê “Ebdullah Ezam“ û pilandanerê sereke yê êrişa terorîstî ser baylozxana Îranê li Lubnanê li Kanûna sala 2013`an bi destê hêzên ewlehiya vî welatî hate girtin lê li mudehekî kurt û bi cureke nediyar di zîndanê da hate kuştin.

Ji ber teqîna terorîstî ya 19`ê Novambra sala 2013`an li hemberî baylozxana Komara Islamî ya Îranê li Bêyrûtê 25 kes hatine kuştin û zêde ji 150 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu