ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Eger Lihevkirina Navokî îbtal bibe, em ê çalakiyên xwe yên navokî bi lez dest pê bikin

Wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê, roja îniyê wek berteka li hember derketina muhtemel a Amerîkayê ji Lihevkirina Navokî, destnîşan kir: Çend bijareyên amade li ber destê Îranê da hene ku yek ji wan ji nûve destpêkirina çalakiyên navokî bi lezeka zêdetir e.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Mihemed Cewad Zerîf, li hevpeyvîna bi kanala CBS`ê ya Amerîkayê re li ser vê yekê ku ev bijareya ji bo cihanînê amade ye, destnîşan kir Îran wê li demeka guncav, biryara pêwîst bigire ber xwe.

Wezîrê karên derve yê Îranê, herwiha pêgîrî kir ji xwe mukurhatina vê dawiyê ya bijareya ku Donald Trump, serokomarê Amerîkayê ji bo posta wezareta karên derve ya vî welatî pêşniyar kiriye, ya li ser vîya ku Komara îslamî ya Îranê, qet li dû çekên navokî nebûye, nîşan da ku tu hegerek ji bo boykotkirina Îranê tuneye.

Zerîf, herwiha got: Niha jî Amerîka li dû sepandina dubare ya boykotan dijî Îranê ye, ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê li dû çekên navokî nîne.

Mike Pompeo (Mayk Pompêo), pêncşemiyê, 12`ê Nîsanê, li civîna Komîteya peywendiyên derveyî ya Sêna ya Amerîkayê ku ji bo hilkolandina hêjatiya wî bona posta wezareta karên deve ya Amerkayê hate lidarxistin, got: Îran berî Lihevkirina Navokî ber bi çekên navokî ve neçû. Niha jî heya ku ez dizanim tu nîşanek ji vê yekê ku Eger Lihevkirina Navokî nebe, îranî wê ber bi çekên navokî ve herin, tuneye.

Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê (Brîtanya, Franse, Rûsiye, Çîn, Amerîka û Almanya) ji meha Çileya 2016an va ketiye ser rêya cihanînê; Lê dewleta Amerîkayê wekî endamekî vê komê hertim ser rêya cihanîna wê astengî û berbend çêkirine.

Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê, berûvajiya helwêstên  aliyên din ên rêketinama navokî,  tim rêketinnama navokî, hevhatineke  Bi Xeter daye zanîn û daxwaza lihevxistinê wê dike lê cîhan dijberê vê  kiryara serokkomarê Amerîkayê ye.

Başa dön tuşu