BehreynNûçeRojhilatanavin

Şer û pevçûna di navbera Rejîma Alê Xelîfe û welatiyên behreynî

Di navbera hêzên ewlehiya Rejîma Alê Xelîfe û welatiyên behreynî ku li ber derê mala Şêx Îsa Qasim ruhaniyê mezin ê vî welatî li navça El-Deraz civiyabûn, pevçûn derket.

Li gor rapora IRIB News`ê, Baqir Derwêş berpirsê agehdarîgihandinê yê saziya Heq û Mafên mirovan a Behreynê bilî şermezarkirina êrişa hêzên ewlehiyê yêv Rejîma Alê Xelîfe ser xelkê vî welatî ku li ber derê mala Şêx Îsa Qasim ruhaniyê mezine vî welatî kom bibûn got: Şêx Îsa Qasim li nav Behreynê zaminê yekitî û hevgirtinê ye.

Baqir Derwêş destnîşan kir; Pêwîste ku Rejîma Alê Xelîfe bizanibe ku bê hurmetiya ser Şêx Îsa Qasim ruhaniyê şîe bi wateya derbasbûna ji xeta sore û berpirsê raste raste van cure êrişan hikûmeta Behrêynê ye.

Li gor vê raporê, cewanên behreynî pîşiya nîzikbûna eskerên behrêynî ser mala Şêx Îsa Qasim girtin.

Rejîma Alê Xelîfe Hezîrana sala 2016 welatîbûna Şêx Îsa Qasim ruhaniyê mezine şîeyan li Behrêynê istandin ku şîeyên vî welatî û yên welatên cîhanê li hemberî vê kiryara Rejîma Alê Xelîfe bertekeke mezin nîşan dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu