ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Sefera Huseyn Cabêriyê Ensarî bo Jinêvê

Alîkarê pilebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa karûbarên siyasî û muzakirekirê pileblind ê Îranê li muzakirên navneteweyî yên aşitiya li Sûriyê, roja duşemiyê bi taximekê re berê xwe dan Jinêvê.

 Huseyn Cabêriyê Ensarî, alîkarê pilebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê biryar e îro berêvarê ev muzakirekirê pilebilind  ê her du welatên din ên garantorê pêvajoya Astanê û nûnerê taybet ê Sekreterê Guiştî yê Rêxistian Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê gotûbêjên dualî hebin.

Her wiha muzakirekirê pileblind  ê Îranê li muzakirên navneteweyî yên aşitiya li Sûriyê,sivê li gotûbêjên  çaralî navbera muzakirekirên pilebilind  ên sê welatên  garantorê pêvajoya Astanê û Îstefan dê Mîsora nûnerê skreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li akrûbarên Sûriyê beşdar bibe.

Mijara sereke ya gotûbêjên  du û çendalî yên Huseyn Cabêriyê Ensarî li Jinêvê, riyên hêsankirina destpêkirina  xebata  komîta qanûna bingehîn a Sûriyê ye.

Ev muzakire bi însiyatîva  Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiyê û Tirkiyê, bi armanca damezrandina  aşitiyê li Sûriyê hatine plankirin.

Başa dön tuşu